Zaremya
Zaremya, pirtûka “Îrfan Amîda” ya çaremîn e. Zaremya di mîtolojiya Aryan de jinê, jiyanê êşê ji nû ve jidayikbûnê û di heman katê de hêviyê temsîl dike. Pirtûka helbestvan Amîda ya ji helbestekê tenê pêk tê jî…

Zaremya, pirtûka “Îrfan Amîda” ya çaremîn e. Zaremya di mîtolojiya Aryan de jinê, jiyanê êşê ji nû ve jidayikbûnê û di heman katê de hêviyê temsîl dike. Pirtûka helbestvan Amîda ya ji helbestekê tenê pêk tê jî helbesta êşê, jinê, evînê û ji nû ve jidayikbûnê ye. Helbesta bûneweriyê ye. Avakirina deng û zimanê xwe û qolincîbûna jinekê, jiyanekê, gelekî, mirinekê û jidayikbûna welatekî ye Zaremya. Ev rêwîtiya ji nû ve jidayikbûnê, ev lêpirsîn û lêhûrbûn nirxandina dîrokekê, welatekî, aktorên wî welatî yên maxdûr, şahid û xayinên wî welatî ye di heman çarçovê de werqilandina li mekan û zemanê wî welatî û gelê wî welatî ye jî. Xwendevan bi Zaremya derdikeve rêwîtiyeke dîrok, evîn û ji nû ve jidayikbûnê. Zaremya zimanê me yê qerimî û zingargirtî dike ku wekî zêr bişixule.