Trêna li Stasyona Xwe Digere kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Trêna li Stasyona Xwe Digere

Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li…

Uzunluk184 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2024
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li hez û têgihiştina me zêde bike, herweha dikare ji aliyê dîrokî, civakî û demografiyê ve rê li ber guherînkarî û desttêwerdana welatê me jî veke, erdnîgariya me bi hev û erdnîgariyên serwer re girê bide, carna bibe sînor di navbera me de û me parçe bike û carna jî bibe alava kontrol, serkutkirin û sirgûnê. Ev kitêba ji 17 nivîsarên 17 nivîskarên ji dever û şêwezarên cuda yên kurdan pêk hatî, dixwaze nîşan bide ka trên di nezera nivîskaran de miqabilî çi ye, wateyeke xwe ya çawa bo wan heye, tesîreke çawa li wan kiriye û ew wek alavekê di peywendeke çawa de wê bi cih dikin, bi çi awirî li wê dinihêrin.

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü