Sterka Xurici Feret kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Sterka Xurici Feret

Stêrka Xuricî Ferêt... Romana serdema Kommagene ya ji herêmeke Kurdistanê ya reh û rîşalê Mezopotamyaya Jorîn dihundirîne, babeteke dîrokî têkîldarî dîroka kurdan a serdema antîk raber kiriye. Romannûs romana…

Uzunluk120 sayfa
Kitabın diliTürkçe
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Stêrka Xuricî Ferêt... Romana serdema Kommagene ya ji herêmeke Kurdistanê ya reh û rîşalê Mezopotamyaya Jorîn dihundirîne, babeteke dîrokî têkîldarî dîroka kurdan a serdema antîk raber kiriye. Romannûs romana xwe li ser bizaveke pêknehatî ya Mehmed Uzunê nemir nivîsandiye û xeyala wî ya nivîsîna romana şûnwarên Şaristaniya Berferêt bi serkeftî pêk aniye. Weke şêwaz serdema Kommagene ya lehengê wê Samos û salên qirna bihorî 1938, 1951, 1984 ên arkeologê Alman tê de cih digire, ji bo xwendina romaneke dîrokî ya ku li ser sînorên rikberiya zor a împaratoriyên Part û Romayiyan, li peravên çemê Ferêt bi baweriya Mîthra ji sedsalekê zêdetir di nav ronahiyê de jiyayî, kêfxweşiyekê dide mirov. Roman li dijî helwesta welatên dest­hilatdar ên ku naxwazin dîroka kurdan û ya xaka wan eşkere bibe ku ji bo bermayiyên dîrokî yên ji me re mîrate mayî binavkirin û hilweşandinê layiq dibînin, vegotineke wêjeyî ya di nava cîhaneke sazkirî de dibe bersiveke bedewtirîn ku bi du evînên serdem cuda re digunce: Evîna Samos û Stêra û evîna Dorner a bi arkeolojiyê re.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü