Şopen Deme Komnivis 1987-2026 kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Şopen Deme Komnivis 1987-2026

Ji 1979an û vir de ye ez mamoste Sabîha Diljenê nas dikim, yanî 47 sal in em heval û hogirên hev in. Li Swêdê pênc salan wekî mamosteyên zimanê dayikê em bi hev re xebitîn. Herwiha di redaksîyona malpera…

Uzunluk192 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2026
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Ji 1979an û vir de ye ez mamoste Sabîha Diljenê nas dikim, yanî 47 sal in em heval û hogirên hev in. Li Swêdê pênc salan wekî mamosteyên zimanê dayikê em bi hev re xebitîn. Herwiha di redaksîyona malpera “Dibistana Kurdî (2000-2010)” de jî li gel mamoste Haydar Diljen me bi hev re kar kir. Sabîha Diljen mamosteyeka bi rêk û pêk, rastgo, mutewazî ye. Mamoste Sabîha Diljen dayikeka dilovan û dildara zimanê kurdî ye. Vê yekê meriv ji zarok û nevîyên wê ferq dike ku çiqas giringî daye û dide zimanê kurdî. *** Ev berhevoka mamoste Sabîha Diljenê ji nivîsên curbecur pêk hatîye; li ser ziman û pedagojî û mezinkirin û xwedîkirina zarokan e, di hin gotaran de giringîyeke mezin dide zimanê dayikê ku ji bo kurdan çiqas muhîm e: “Wexta ku mirov bi zarokên xwe re û bi derdora xwe re bi kurdî nepeyive ji bo zarokan tê wê maneyê ku kurdî ne tu ziman e.” Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bibe handan û teşwîqek ji bo dê û bavan da ku bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin.

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü