Riya Jiyana Min-Bîranîn kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Riya Jiyana Min-Bîranîn

Eskerê Boyîk 84 salî ye. Ji 30yî zêdetir pirtûkên wî bi Kurdî û bi zimanên din hatine weșandin. Malbata wî ji ber zilma dewletê derbasî Ermenistanê bûye. Li Ermenistanê çavê xwe li dinyayê vekiriye; li vir…

Uzunluk486 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2025
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Eskerê Boyîk 84 salî ye. Ji 30yî zêdetir pirtûkên wî bi Kurdî û bi zimanên din hatine weșandin. Malbata wî ji ber zilma dewletê derbasî Ermenistanê bûye. Li Ermenistanê çavê xwe li dinyayê vekiriye; li vir mezin bûye û perwerde dîtiye. Ev 30 sal in tevî malbata xwe li Almanyayê dijî. Jiyana wî bi zanyar û nivîskarên Kurdên wek Erebê Șemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl û gelekên din re derbas bûye. Ev nivîskar, ronakbîr û zanyarên ku mohra xwe li serdemekê xistine, tev jî bi malbatî ji aliyê Serhedê çûne Ermenistanê. Ji ber wê, ev maqûlên cimeata me, weke Kurdên Serhedê tên binavkirin. Xew-xiyal û xebatên wan tev derheqê gelê Kurd û Kurdistanê de bûn. Eskere Boyik jî wek wan tevan, temamiya jiyana xwe diyarî çand û edebiyata gelê xwe kiriye. Di wan bîranînan de jî tê xuyanê, umrê xwe çawa bi birîn, bi êşên kûr derbas kiriye. Navê Eskerê Boyîk jî bi dereca bilind, di dîroka çand û edebiyata gelê Kurd de hatiye nivîsandin. Serpêhatiyên xwe û yên Kurdên Sovyetê; her wiha zanyariyên xwe yên li ser ola Êzîdiyan berfirehî raberî me dike.

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü