Reya Min a Dijwar Ber bi Zanyariye ve kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Reya Min a Dijwar Ber bi Zanyariye ve

Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endezyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû; ew di heman demê de serbilindiya miletê kurd û hemwelatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû. Wî bi sedan xebatên…

Uzunluk190 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2026
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endezyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû; ew di heman demê de serbilindiya miletê kurd û hemwelatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû. Wî bi sedan xebatên zanistî, xwedîtiya zêdetirî 200 patentan û lêkolînên xwe yên pêşeng ên di warê kîmya û derxistina neftê de, mohra xwe li qada navneteweyî xist û di qada zanyariyê de gihîşt astên herî bilind. Ev pirtûka bîranînan a ku ji salên zarokatiyê yên melûl heta serkeftinên herî mezin ên akademîk diçe, şahidiya berxwedan û jêhatîbûna zanyarekî mezin e. Nadirov di vê berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên xwe yên bêwestan vedibêje; di heman demê de nîşan dide ka mirov çawa dikare di nav şert û mercên herî dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê bi ser bikeve û rê nîşanî nifşên nû bide. Herwiha ev pirtûk ji bo xwendevanên kurd xwedî wateyeke dîrokî ye; ji ber ku cara yekem e berhemeke vî zanyarê mezin bi zimanê wî yê zikmakî, bi kurmanciyeke şêrîn digihîje ber destê wan.

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü