Mirzaye Piçük kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Mirzaye Piçük

Her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê. Çapa 4an a “Mîrzayê Piçûk”…

Uzunluk100 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2021
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê. Çapa 4an a “Mîrzayê Piçûk” berhema navdar a Antoine de Saint-Exupéry derket. Kitêba ku heta niha bi sedan zimanan û li gelek welatan derketiye Fawaz Husên ku berhemên xwe bi kurdî û fransî dinivîse, wergerandiye. Fawaz Husên dibêje: “Di nav berhemên Antoine de Saint-Exupéry de, pirtûka Mîrzayê Piçûk berhemeke yekta û bêhempa ye. Ew di nav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirûda evîneke xemgîn e. Di vê pirtûka ku cîhekî taybetî di nav berhemên nivîskar de distîne, Saint-Exupéry dixwaze bibêje ku her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê. Mîrzayê Piçûk ji bo zarokan hatiye hûnandin, lê ew dikare mezinan perwerde bike û wan ji reh û koka wan ve bihejîne. Da ku em bidin xuyakirin çiqas cîhê vê pirtûkê di nav edebiyata cîhanê de mezin e, ew hatiye wergerandin bêtirî du sed ziman û zarav û devokan û bêtirî 80ê milyon nusxeyan jê hatine firotin.”

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü