Mecme'a Xezelyatêd Şu'erayêd Kurmancan kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Mecme'a Xezelyatêd Şu'erayêd Kurmancan

Ev xebat digel ku li ser mecmû‘eyeke taybet hatibe kirin jî di esasê xwe de amanca vê kitêbê ji bo edebiyata kurdî ya klasîk diyarkirina qîmeta keşkûl û mecmû‘eyan e. Ev kitêb bi hûrgilî nasandin, tewsîf û…

Uzunluk225 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2024
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Ev xebat digel ku li ser mecmû‘eyeke taybet hatibe kirin jî di esasê xwe de amanca vê kitêbê ji bo edebiyata kurdî ya klasîk diyarkirina qîmeta keşkûl û mecmû‘eyan e. Ev kitêb bi hûrgilî nasandin, tewsîf û transkirîpsiyona mecmû‘eyeke ji Koleksiyona Aleksandre Jaba ye ku li arşîva Zanîngeha Leningrad (St. Petersburg)ê di bin hejmara Kurd 36ê de hatiye parastin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa ewil de derbarê mecmû‘eyan de agahiyên giştî hatiye dayîn û giringiya wan hatiye pêşkêşkirin. Di beşa duyan de behsa jiyan û hevkariya kedkarên vê mecmû‘eyê hatiye kirin ku yek ji wan Aleksandre Jaba (1803-1894) ye û yê din jî Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) ye. Di beşa sêyan de ev mecmû‘eya ku bûye mijara vê xebatê bi awayekî hûrgilî hatiye nasandin û li gorî krîterên zanyariyên nusxeyan hatiye tesnîfkirin. Di beşa çaran de jî derbarê rê û rêbaza amadekirina mecmû‘eyê de hin agahî hatine dayîn û ji bo ku bibe nimûne jî temamê mecmû‘eyê li dawiyê hatiye danîn. Bi hêviya ku ev xebat, giringiya keşkûl û mecmû‘eyan di edebiyata kurdî de bêtir derxe pêş û rê li ber xebatên akademîk ên li ser mecmû‘eyan veke.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü