Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Heyderî û Torinên Mala Şero kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Heyderî û Torinên Mala Şero

Torinên Mala Şero û Eşîra Heyderan di sed sala (Piştî Zayînê) 16an de, ji devera Farqînê hatine Serhedê. Heyderan, kêmî 400 sal e li Serhedê ne û bûne eşîrek Serhedî. Mînak, malbatên Torin nava eşîrên Serhedê…

Uzunluk131 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2025
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Torinên Mala Şero û Eşîra Heyderan di sed sala (Piştî Zayînê) 16an de, ji devera Farqînê hatine Serhedê. Heyderan, kêmî 400 sal e li Serhedê ne û bûne eşîrek Serhedî. Mînak, malbatên Torin nava eşîrên Serhedê de hene û li devera Farqînê tune ne. Mala Şero Torinê Eşîra Heyderan e. Beriya salên 1800î Heyderan zêdeyî li aliyê Dewleta Îranê (Xoy, Qelenî, Makû) diman û hinek salan û havînan derbasî deverên Dewleta Osmaniyan (Zozanê Eledaxê, Bazîd, Ebexê) dibûn. Pêşiya salên 1800î de, devera Ebexê û zozanê wê mintiqê û rêyê ku pez derbasî zozanê Eledaxê, Sîpan û Glîdaxê bin jî, destê Mala Kok Axayê Êzdî de bûn. Eşîrên Kurdên Misliman û Kurdên Êzdî, bi icazeta Mala Kok Axa, ji wan zozanan istifade dikirin. Salên nêzîka 1800î Heyderan di binê seroktiya Elî Xan de (Elî Axayê Mezin) eşîreke bi hez bû. Elî Axa ji Torinên Mala Şero ye, wê malbatê berê de mezinitya Êla Heyderan kiriye.

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü