Kula Faykeyê Spî kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Kula Faykeyê Spî

Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe…

Uzunluk56 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2025
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe tevbigerim. Ew ji bo min êdî hesret in. Felekê pişta min şikandiye, daye ser doşega sar. Derzî û derman taştê, firavîn û şîva min in. Nexweş, neçar û aciz im. Wextên ku êşa min datîne yan jî kêm dibe, ez dikevim riya daboriya jiyana xwe, diçim, diçim, têm rojên îro; dîsa doşeg, dîsa balgehê ez ji wî, ew ji min aciz bûyî. Bivê nevê rojên berê tên bîra min; di ber çavên min re daboriya min derbas dibe. Carinan diheyirim, dibêjim, “Xwedê te nehêle Bêmal, te çikir, te li pey xwe çi hişt, heyateke te ya çawa bû?” û ax dikim çavên xwe dikutim arîkên malê, yên nexweşxaneyê. Rojên şa û bextewar, nexweş û xirab di ber çavên min re derbas dibin, diçin û tên; carinan ez dikenim, carinan jî diqehirim. Çi bikim, ev rastî, ev heyat çîroka min e.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü