Ji Lehengên Geliyê Zîlan REŞOYÊ SILO Û ZEYNEÊ kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Ji Lehengên Geliyê Zîlan REŞOYÊ SILO Û ZEYNEÊ

Ev Roman yek ji rêzeromanên nivîskar yên li ser komkujiya Gelîyê Zîlan e. Vê carê nivîskar lehengekî Gelîyê Zîlan kiriye mijara xwe ku nav û denge wî zêde nehatiye bihîstin. Reşoyê Silo lehengeke ji lehengên…

Uzunluk224 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2025
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Ev Roman yek ji rêzeromanên nivîskar yên li ser komkujiya Gelîyê Zîlan e. Vê carê nivîskar lehengekî Gelîyê Zîlan kiriye mijara xwe ku nav û denge wî zêde nehatiye bihîstin. Reşoyê Silo lehengeke ji lehengên Serhildanê. Piştî komkijiya Gelîyê Zîlan ew û çend çekdarên xwe radest nabin û xwe dispêrin çîyayên Gelîyê Zîlan û şerê xwe berdewam dikin. Ya balkêş û ji aliyê gel ve zêde nayê zanîn ew e ku xanima wî Zeynê jî çek hildigire û bi Reşoyê Silo re xwe dispêre çîyan û li hemberî dewletê şer dike. Gelek çalakiyan pêktînin, piştî salekê her du di şerekî de tên kuştin, piştî tên kuştin serê wan jê dikin û tînin li nava gel digerînin nîşanî gel didin. Bi rojan gund bi gund digerînin, bi vî rengî dixwazin tirsê têxin dilê gel. Nivîskar lehengiya Reşoyê Silo û jina wî Zeynê kiriye mijara romana xwe. Mirov di romanê de hem lehengiya kurdan, hem lehengiya jina kurd careke din dibîne bê ka dayikên kurd çi leheng anînê dinyayê. Nivîskar, wekî romanên din, di vê romana xwe de jî bûyerên Komkujiya Geliyê Zîlan bi rengekî serkevtî û bi zimanekî sade û bi wêjeyeke dewlemend pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Ev roman di şexsê Reşoyê Silo û xanima wî Zeynê de encam û rastîya Komkujîya Gelîyê Zîlan tîne ziman. Mirov di her rêzeke vê romanê de êşeke giran ya komkujîya Gelîyê Zîlan dibîne.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü