Helbestên Rê Dûr kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Helbestên Rê Dûr

Şevger Çolo, ne tenê rêwiyê rêyên dûr e; ew dildarekî çandê ye ku li hemberî her cure nijadperestiyê, rûmeta cil û berg û zimanê xwe her tim bilind girtiye. Helbestên wî mîna dîwanên berê bi kîtekît û…

Uzunluk172 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2026
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Şevger Çolo, ne tenê rêwiyê rêyên dûr e; ew dildarekî çandê ye ku li hemberî her cure nijadperestiyê, rûmeta cil û berg û zimanê xwe her tim bilind girtiye. Helbestên wî mîna dîwanên berê bi kîtekît û qafiyeyan hatine hûnandin, lê bi ruhê îro û bi zimanê gelêrî yê resen daxivin Ew ne tenê helbestan dinivîsîne; ew xeyal, tinaz (mîzah), êş û berxwedana çandî ya li ser rêyan di hûnandina klasîk de dicivîne. ÇÊKIROK Afirandin karê te ye Çi daxwaza te ji me ye? Ma tu ewqas ber minet î? Her çavê te li ser me ye Barê te li pişta me ye Hebûna te tirsa me ye Her wext ji me re ilet î Ev çi gêr û teşqele ye? Rehdirêj wekîlê te ne Yê bi şaşik melê te ne Çima ewqas bê xîret î? Sondê wa bi navê te ne Li hiçrika navê te ye Sîxek dirêj minare ye Çima ji mer bi xefletî ? Ewqa tirsa te ser me ye Wekî evqas tu mezin î? Çima bela serê min î? Wekî bêmal û kuflet î Lê li benda karê min î

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü