Heft û Heştên Mirinekê kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Heft û Heştên Mirinekê

Çîrokên Heft û Heştên Mirinekê ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka…

Uzunluk88 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2026
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Çîrokên Heft û Heştên Mirinekê ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka berhemê zêde dikin, zeman, mekan û karakterên dîrokî ku em şik û gumanê ji rastiya wan dibin. Hûrgiliyên rasteqîn, çîrokan ne nêzî rasteqîniyê lê nêzî cîhana fantazmayê dikin û edebiyatê ne nêzî rasteqîniya req lê nêzî vegêraneke edebî dikin. Xaleke din a van çîrokan jî ew e ku ji babet û temayên van çîrokan zêdetir, aliyên girtî û kêmmayî yên van çîrokan in ku meraqa me radikêşin. Digel van aliyan, di gelek çîrokan de tîrahiyeke berçav heye ku ji kana romaneke danizilî avê vedixwe. Heft û Heştên Mirinekê bi zimanekî kamil, kûrfikir û bi rîtma xwe ya rewan, xwendineke hûr û dûr pêşkêşî xwînerên xwe dike.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü