Folklor u Teoriyen Folklore yen İroyin kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Folklor u Teoriyen Folklore yen İroyin

Xebata Richard M. Dorson a bi navê “Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn” bi wergera Necat Keskin derket. Richard M. Dorson cara pêşî ev xebata xwe wek gotar di sala 1963an de bi navê Current Folklore…

Uzunluk120 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2017
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Xebata Richard M. Dorson a bi navê “Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn” bi wergera Necat Keskin derket. Richard M. Dorson cara pêşî ev xebata xwe wek gotar di sala 1963an de bi navê Current Folklore Theories di kovara Current Anthropology de diweşîne. Di sala 1972an de jî di pirtûka Folklore and Folklife: An Introduction de wek Destpêk cih digire. Di vê “destpêk”a çapa 1972an de hem saheya “folklor”ê dide nasîn û hem jî teoriyên folklorê ji ya 1963an berfirehtir pêşkêşî xwendevanan dike. Di vê wergera di deste we de, min her du çapê vê xebatê li ber çavan girt û min cih da “destpêk”a çapa 1963an. Her weha min çapa 1972an jî tevî danasîna saheya folklorê wergerand. Bi vî awayî min xwest xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî ji fikren folklornasekî navdar ê Amerîkî, Dorson, haydar bibin. Ji vî aliyî ve wek “sentez”eke her du versiyonên xebatê xuya dike. Hêvî dikim ku ev ji bo xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî bibe çavkaniyeke baş û di heman demê riya wergerên din ên “teorîk” veke.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü