Fırfele
Firfêlê gundekî Hezexa Şirnaxê ye. Li ser erdnîgeriyek qedîm e û dîroka wê digihêje 1500 salî. Firfêlê di bin bandora gelek şaristaniyan de maye û ji gelek olan, miletan û mezheban re jî bûye war. Li derdora…

Firfêlê gundekî Hezexa Şirnaxê ye. Li ser erdnîgeriyek qedîm e û dîroka wê digihêje 1500 salî. Firfêlê di bin bandora gelek şaristaniyan de maye û ji gelek olan, miletan û mezheban re jî bûye war. Li derdora gund gelek avahiyên dîrokî henin. Xanî, qebir, sarinc û mahserên di taht û zinaran de hatinin kolandin gelekî taybet û balkêş in. Firfêlê bi dab û nêrîtên xwe, di nav gundên derdora xwe jî derdikeve pêş. Nivîskarê pirtûkê li Firfêlê ji dayik bûye û li wir jiyaye. Mehmet Emîn Bozkuş pirtûk bi zimanekî ew qas sade û zelal nivîsîye ku xwendevanê xwe li nav avahiyên dîrokî yê li derdora gund de digerîne. Wan dibe zaroktîya xwe û ji zarotîya xwe jî berê wan bi ser Girê Êlim ve vedike. Wan dibe nav fekehên medreseyê û ji wir jî dibe nava govend û dîlanê.