Diwana Binefş
Ey dîlberê pir şêrînê tu hêjaya her dîlbera Nazik û gewr û şepalê, maşuqa dilê dildara. Zulf û biskên reş û belek li ser dêmanê sor gulî Awurên tûjî wek tîran disojin merg û dilî. Ji ber derya evîna te, ketin…

Ey dîlberê pir şêrînê tu hêjaya her dîlbera Nazik û gewr û şepalê, maşuqa dilê dildara. Zulf û biskên reş û belek li ser dêmanê sor gulî Awurên tûjî wek tîran disojin merg û dilî. Ji ber derya evîna te, ketin em ber mewc û pêlan Bi vê janê me burandin. zeman û hêwan û salan. Şev û rojên me derbasbûn. bi azar şîn û xiyalan Nebûn jovan ji vê jînê, jîna xwe dan gor û kêlan. Te agir kirye nav dilan, herdem xerîbî biyanî Bi qeydan tem kirin dîlê, her du çavên ji kevanî. Reşbelekin çav bi heybet, nagrin ji kilên sibhanî Jar û xemgîn û pîr û kal, te em kirin bi hêsanî. Di cihande hebû me can, rih ji te re kir diyarî Keyf û şahî me qed nedît herdem bi êş û kuldarî.