Çîrokên Efsaneyî Yên Ebexê kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Çîrokên Efsaneyî Yên Ebexê

Çîrok jî beşek ji beşên folklorê bi taybetî beşek ji beşên zargotina kurdan ya herî berbelav û berbiçav e. Di vir de gere em cihêtiya folklor û zargotinê jî bikin. Folklor wek ku me li jorê jî nivisîye ji…

Uzunluk162 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2024
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Çîrok jî beşek ji beşên folklorê bi taybetî beşek ji beşên zargotina kurdan ya herî berbelav û berbiçav e. Di vir de gere em cihêtiya folklor û zargotinê jî bikin. Folklor wek ku me li jorê jî nivisîye ji cilûbergên milletekî bigire, ji tevger-xeberdanên rojane û heta hemû kevneşopiyên bavûkalan vedihewîne lê, zargotin wek ku ji navê wê jî diyar e tiştên bi zar û zimanan hatine honandin re tê gotin. Loma zargotin binbeşa folklorê ye û çîrok jî binbeşa zargotinê ye. Çîrok, çîrokbêjî, çîrokgotin, çîrokguhdarîkirin, bo her kurdekî û bo min jî di dema tinebûna ceyranê da, di wan şevên ber lembeya qazyaxê de, bi taybetî di wan şevên zivistana Ebexê yên sar de tiştekî efsûnî bû. Bi taybetî bo min di wan şevên dirêj ên sar de, di bin orxana hirî ya germ de, guhdarîkirina çîrokan tesîreke mezin li min dikir. Di wan şevan de çîrokbêjî û çîrokguhdarîkirin bo min him sînema bû him tîyatro bû û him jî dibistan bû.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü