Balindeyen Li Ber Be kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Balindeyen Li Ber Be

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran…

Uzunluk216 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2013
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn. Haşim Ahmedzade, di “Romana Kurdî û Nasname” de, vê romanê wek romana herî zehmet a Nehayî nîşan dide: “Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (...) ...Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.”

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü