Aşê Dînan kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Aşê Dînan

Hin tişt hene ku tu nikarî wan hilbijêrî, ew te hildibijêrin. Nivîsandin jî yek ji wan e. Dîsa çi ecêb e ku êş bi xwe re li şûna berhemên trajîk bêhtir ên mîzahî tîne. Di malzaroka êşê de wekî helwesteke…

Uzunluk152 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2024
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Hin tişt hene ku tu nikarî wan hilbijêrî, ew te hildibijêrin. Nivîsandin jî yek ji wan e. Dîsa çi ecêb e ku êş bi xwe re li şûna berhemên trajîk bêhtir ên mîzahî tîne. Di malzaroka êşê de wekî helwesteke xweparastinê pêkenok dixuliqe û bi demê re diwelide. Dema min dest bi nivîsandina çîrokan kir min dît ku çîrok gazî hev dikin. Tu tiştekî ji nav şikêra çîrokan derdixî, hêj te ew bi aliyê xêrnexwazekî ve neavêtiye yeke din tê şûna wê. Êdî yek û yek xwe bi te didin nivîsandin. Carinan mirov kevirê xwe bi çetelastîka çîrokên ku tên zanîn diavêje, çimkî ev bêhtir cazîb tê. Bi piranî vala naçe. Di van salên borî de gelek kevir di berîkên min de berhev bûbûn û êdî giranî dikirin. Min ew bi aliyê çep û rastê ve avêtin, bi xwestek û hêviya ku gelek seriyan bişkînin!..

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü