Antolojiya Eqîdenameyen Kurdî kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Antolojiya Eqîdenameyen Kurdî

Armanca yekem ya vê xebatê rakirina perdeya jibîrkînê li ser hinek gencîneyên nepenî ne. Navê yek ji van gencîneyan ‘Eqîdenameyên Kurdî ne. Hetanî îro piraniya ‘Eqîdenameyên Kurdî bi tîpên latînî nehatine…

Uzunluk766 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2022
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Armanca yekem ya vê xebatê rakirina perdeya jibîrkînê li ser hinek gencîneyên nepenî ne. Navê yek ji van gencîneyan ‘Eqîdenameyên Kurdî ne. Hetanî îro piraniya ‘Eqîdenameyên Kurdî bi tîpên latînî nehatine çapkirin û bi qasî ku em dizanin lêkolînên akademîk yên berfireh jî li ser wan nehatine kirin. Ji ber vê yekê em bawer in ku ev xebat wê bibe sedema dagirtina valahiyeke kûr. Ji ber ku piraniya Kurdên Tirkiyê bi tîpên Kurdî-’Erebî nizanin û ji ber vê ji xwendina berhemên Kurdî yên ku bi elfabeya Kurdî-’Erebî hatine nivîsîn mehrûm mane. Me xwest em van berhemên giranbiha raxînin berçavên peywendîdaran. Lewra piraniya ‘eqîdenameyên ku me latinîze kirin û dibinê serbana Antolojiya ‘Eqîde- nameyên Kurdî de kom kirin hema em dikarin bibêjin bi tevahî bi tîpên ‘Erebî bûn. Ji ber vê yekê piraniya van ‘eqîdenameyan bes ji alîyê endamên medreseyan ve hatine zanîn û xwendin. Me xwest bi vê xebatê van berhemên sernûxûmandî û giranbiha bi xwendevanan re bînin cem hev û çarçoveya xwendekarên wan berfireh bikin. Her wiha piraniya van ‘eqîdenameyên hêja destxet in û nehatine çapkirin. Haya gelek kesan ji hebûna wan jî nebû. Em hêvîdar in ku Antolojiya ‘Eqîdenameyên Kurdî bibe xweder û çavkanî ji bo lêkolîner û xwendevanên çand û edebiyata Kurdî.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü