Antolojiya Dengbêjan Cild-1 Dengbêjên Rojhilat kitap kapağı
KİTAPLIKTAN BİR ESER

Antolojiya Dengbêjan Cild-1 Dengbêjên Rojhilat

Dengbêjî û stranbêjî hunerên herî kevn in. Bi taybetî dengbêjî kevneşopiyeke gellekî girîng ji bo çanda kurdî ye û ji hunera xwendina kilamên gelêrî yên Kurda re tê gotin. Dengbêjî şêwazek ji gotina stran û…

Uzunluk322 sayfa
Kitabın dilikürtçe
Yayın yılı2024
TANITIM YAZISI

Kitap hakkında

Dengbêjî û stranbêjî hunerên herî kevn in. Bi taybetî dengbêjî kevneşopiyeke gellekî girîng ji bo çanda kurdî ye û ji hunera xwendina kilamên gelêrî yên Kurda re tê gotin. Dengbêjî şêwazek ji gotina stran û awazên kurdî ye û stran û awaz jî hêmanek ji wêjeya devkî ne. Dîroka wêjeya devkî, ji ya nivîskî pir kevintir e. Her wisa di wêjeya Kurdan da, dengbêjî û stranbêjî hem ji bo wêjeya devkî û hem jî ji bo wêjeya nivîskî xwedî roleke pir mezin e. Di dîroka Kurdan da, çanda dengbejiyê li ser xîmên wêjeya devkî ye. Bi saya dengbêjan, çanda Kurdan gihiştiye me û nifşên îro. Ji bo gelê me dengbêjî dilbêjî û derdbêjî ye. Dengbêjî evîndariyeke agirîn e, ketiye dilê Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, her wisa Edûl û Derwêşê Evdî. Derdbêjî dîrok e, ziman e, evîn e, çand e, folklor e û serpêhatiya Kurda ye. Dengbêjî neynûkek e ji bo nîşan- dayîna çawaniya jiyana Kurdan ji dewrên berê heya roja îro. Dengbêj, bi êş û nexweşiyên gelê xwe re rûbirû ye. Ji ber wê jî, di dengê wan de (heta çaxê ku stranên şad jî dibêjin) xemeke giran tê hîskirin. Stranên ku ew dibêjin, xezîneyek ji peyvên zimanê kurdî yên resen in.

OKUMAYA DEVAM

Yazarın diğer kitapları

Hakkında · Site haritası · Kitaplık görünümü